• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîra Parastina Almanyayê serdana pêşmergeyan kir

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Wezîra Parastina Almanyayê serdana pêşmergeyan kir
Wezîra Parastinê ya Almanya Ursula von der Leyen, serdana wan pêşmergeyên Kurdistanê kir ku li devera Bavyerayê ji aliyê artêşa Almanya ve tên perwerdekirin.

Komek pêşmergeyên Kurdistanê ji bo fêrbûna bikaranîna çekên giran bi taybet topa antî-tank a bi navê Mîlan çûne Almanyayê û ev 7 roj in tên perwerdekirin.

Wezîra Parastina Almanyayê Ursula von der Leyen çû serdana wan pêşmergeyan û li wir axaftinek kir û got, heta niha nêzîkî 300 ton çek û cebilxane şandine Herêma Kurdistanê û da zanîn, heta dawiya Cotmeha îsal jî dê 400 tonên din bişînin.

Piştî ku DAIŞê êrişî Başûrê Kurdistanê kir yek ji welatên ku biryar da çek û alîkariyê bide hêzên Pêşmerge Almanya bû.

Rudaw
Top