Terorîstên DAIŞê li ser sînor Hezar penaberên Kobanî dorpêç kirin
Çalakvanê Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) Lawend Salim ku niha li aliyê Bakurê Kurdistanê ye, ji Rûdawê re ragihand ku, “Çekdarên DAIŞê pir ji bajarê Kobanî nêzîk bûne û şevê din destê xwe danîn ser Radyoya Kobanî FM ya Tev-Demê.”
Lawend Salim wiha domand: “Piştî kontrolkirina wê devera ku dikeve rojavayê Kobanî, çekdarên DAIŞê berê xwe dan ser sînorê Tirkiyeyê ku derdora 1000 penaberên Kobanî li wir asê mane.”
Wî çalakvanê T.C.K tekez kir ku, “Çekdarên DAIŞê ew penaber dorpêç kirin û serê 2 kesan ji wan jê kirin. Vê yekê tirsek mezin li ba wan penaberan çêkiriye.”
Lawend Salim da zanîn ku, “Ew penaber ji ber topên DAIŞê ji devera derdora Radyoya Kobanî FM reviyabûn û berê xwe dabûn ser sînor. Lê leşkerên tirk bi bombeyên gazê li wan dan û nehîştin ku derbasî nava Tirkiyeyê bibin.”
Salim anî ziman kir ku, jibilî êrişên DAIŞê li ser wan penberan û rêgirtina leşkerên tirk ji aliyê Bakurê Kurdistanê, top û mîn jî li ser sînor bi wan penberan de diteqin.
