• Sunday, 15 February 2026
logo

Salih Mislim: Tirkiye nahêle Artêşa Azad a Sûriyê alîkariye me bike

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Salih Mislim: Tirkiye nahêle Artêşa Azad a Sûriyê alîkariye me bike
Hevserokê PYDê Salih Mislim diyar kir ku wan destê alîkariyê dirêjî Tirkiyeyê kirine lê heta niha jî ew destê wan wisa dirêjkirî maye. Mislim her wiha got ku Tirkiye nahêle Artêşa Azad a Sûriyê alîkariya wan bike.

Hevserokê PYDê Salih Mislim ku niha li paytexta Danîmarka, Kopenhagê ye, bi telefonê pirsên televîzyona Al Jazeera Turkê bersiv da.

Salih Mislim li ser vê yekê ku Tirkiye hinek merc daniye pêşiya PYDê ji bo ku alîkariya wê bike, wiha got: “Tirkiye van mercan mîna şantajê li djiî me bikar tîne, em vê yekê qebûl nakin. Tiştekî dibêjin lê tiştekî din dikin. DAIŞ heta niha jî sînorên Tirkiyeyê bikar tîne.”

Hevserokê PYDê anî ziman ku tirsa wan ew e ku Tirkiye mafên demokratîk ên kurdên Sûriyê ji wan bistîne û wiha domand:

“Dijbereyê em nas kirin. Em dixwazin bi wan re hevkariyê bikin lê Tirkiye nahêle û ji wan re dibêje rêveberên ku hatine avakirin qebûl nekin. Fermandeyên Artêşa Azad a Sûriyê dibêjin em dixwazin li kêleka we şer bikin lê Tirkiye nahêle. Gelê herêmê jî kantonan qebûl dike. Jixwe êdî hikûmeta navendî ya Sûriyê çênabe lewma emê jî bi gelên din re hereket bikin û emê bi hev re biryar bidin.”

Salih Mislim di bersiva pirsa “Tirkiye we bi wê yekê tohmetbar dike ku bi alîkariya rêjîma Sûriyê herêma xweser ava kirine” de jî wiha got:

“Me destê hevkariyê dirêjî Tirkiyeyê kir lê ew dest heta niha jî wisa maye. Em ti carî dijberiya Tirkiyeyê nakin. Ew kînga bixwazin em ji diyalogê re hazir in. Bila Tirkiye xwe ji fobiya kurdî rizgar bike û xwe ji DAIŞê dûr bike. Dixwazin operasyonên serbazî bikin lê bila derxistina me ji wir jî ji hizra xwe bavêjin.”

Dewleta Tirkiyeyê daxwaz ji PYDê kiribû, eger xwe ji rêjîma Beşar Esed dûr bixe û bi hêzên dijberiya Sûriyê re hevkariyê bike her wiha dest ji xweseriyê berde û xwe ji her cure hewlên ku Tirkiyeyê tehdîd dike dûr bigire wê demê Enqere dê bi PYDê re rûnê.

Rudaw
Top