Nêçîrvan Barzanî: Piştî cejinê wezîrên kurd diçin Bexdayê
Di civînekê de, serokê parlamnetoya Îraqê behsa dîdar û civînên xwe digel serok û serokê fraksyonên parlamentoya Kurdistanê kir û ji bona alîkarîkirin û hewandina wê hijmara zêdeya penaber û koçberan, sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Serokê parlamnetoya Îraqê got ku, ew li ser rewşa dijwara herêma Kurdistanê di warê civakî, saxlemî û perwerdeyê de ku, ji sedema wê hijmara zêdeya koçîberê hatiye pêş, haydar in.
Behsa kirîza êkonomî li herêma Kurdistanê û birîna budce û miaşê karmendên herêma Kurdistanê ku, ji destpêka îsal de hikûmeta Îraqê budce û miaş biriye hat kirin û di vê çarçoveyê de serokê parlamentoya Îraqê got ku, çênabe budce û miaşê xelk û karmendan bibe pirsek siyasî.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana serokê parlamnetoya Îraqê bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew vê serdanê weke piştgiryekê bo herêma Kurdistanê dibîn in. Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku, ya ku, li Îraqê diqewime rûbirûyê hemû îraqiyan û pêkhateyan dibe, ji ber hindê divê hemû bi hev re rûbirûyê terorîstên DAÎŞ bibin û hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin, ne Bexda û ne Hewlêr jî bi serê xwe nikarin rûbirûyê pirsgirêkan bibin:
- DAÎŞ ne dîn heye ne mezheb, ew dijminên hemû pêkhateyên Îraqê ne, ev ne pirseke serbazî ye, lê belê pirsek siyasî ye û ji encamê wê siyaseta şaşa a li Îraqê tê peyrew kirin serî hildaye, hemû pêkhateyên netweyî, olî û mezhebî li Îraqê bi hebûna DAÎŞ li ser welatê wan ne dilxweşin û hemû ji hebûna DAÎŞ zerermendin.
Nêçîrvan Barzanî behsa serdna Salih Mutlek cîgirê serokomarê Îraqê ku, du car serdana herêma Kurdistanê kiriye û ji nêzîk rewşa koçberan şopandiye. Di pirsa koçberan de divê hikûmeta Îraqê bi awayekî baştir miamileyê digel herêma Kurdistanê bike, cidîtir li pirsa koçberan xwedî derkeve û berpirsiyariya xwe cîbicî bike, çênabe Îraq weke welatekî komelbexiş di vê pirsê de miamile bike, lê çi ji me tê, divê em bi hev re bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê tekîd lis er wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê di hikûmeta Heyder Ebadî de beşdariyê dike û piştî cejinê wezîrên kurd diçin Bexdayê û dest bi karê xwe dikin, ev jî weke şansek bo çareserkirina pirsgirêkan û piştgiriya hikûmeta nû ya Îraqê daku bikare pirsgirêkan bi rêya lihevtêgihiştin û diyalogê çarser bike.
Serokwezîr got tecrûbeyên berê îspat kir ku, miamilekirin bi lojîka ”hêz beramber hêz” tiştek rast nîne û hertim şikestin xwariye, ji ber hindê êdî çênabe hikûmeta Îraqê li ser wê lojîkê miamilê digel pêkhateyên Îraqê bike. Serokwezîr got ku, ji bona çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku, careke din tu kes nikaribe li Îraqê bi biryareke teke kesî (şexsî) budce û miaşên karmendên herêma Kurdistanê bibire, ew amadeye serdana Bexdayê bike, yan jî li Hewlêrê pêşwaziyê li Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê bike.
