• Sunday, 15 February 2026
logo

Almanya hevkariyên xwe bo Kurdistanê berdewam dike

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Almanya hevkariyên xwe bo Kurdistanê berdewam dike

Wezîrê abûrî û geşe pêdana Almanya li gel hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê civiya.

Duh wezîrê abûrî û geşe pêdana Almanya Gerd Muller piştî civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî hevdem li gel wezîrên plandanan û awedan kirinê, tendirostî, bazirganî û pîşesazî yên hikûmeta Kurdistanê de jî civiya.

Piştî bi dawî hatina vê civînê jî di presskonferansekî de naveroka civînê ji raya giştî re şekere kirin.

Di destpêka presskonferansa han de wezîrê plandanan yê hikûmeta Kurdistanê Elî Sendî ragehand ku di civîna han de behsa rewş û jiyana awareyên ku li Kurdistanê hatine bicîh kirin û herwiha çawetiya hevkarî kirina awareyan kir û hikûmeta Almanyayê rezamendiya xwe bo çê kirina 26 kempan ku 16 ji wan bo Penaberên ku li parêzgeha Dihukê hatine bicîhkirin diyar kir.

Di beşeke din ya presskonferansa han de Muller jî peyvek pêşkêş kir û ragehand ku em weke hikûmeta Almanyayê spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê dikin ku kariye deriyên xwe bo awareyên deverên din yên Îraqê vebike û hevkariya wan bike.

Muller di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku Almanya berdewam dibe li ser gehandina hevkariyên însanî û leşkerî bo Kurdistanê.

Top