• Sunday, 15 February 2026
logo

Daxuyaniyek li ser nûçeya kêmkirina desthilatên cîgirê serokwezîr

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Daxuyaniyek li ser nûçeya kêmkirina desthilatên cîgirê serokwezîr
Pirsa kêmkirina desthilatên cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, çend rojeke di mediya kurdî û torên civakî de pirseke gerime ku, qaşo serokwezîrê herêma Kurdistanê desthilatên cîgirê xwe Qubad Talebanî kêmkirine. Li ser vê prisê Samî Ergoşî ev daxuyaniya li jêr da raya giştî:

Çend rojeke hindek saziyên ragehanidnê û torên civakî, rast û çep ketine bilavkirina daxuyaniyên hindek berpirs û kadiroyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li dor wê yekê ku, qaşo desthilatên birêz Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê hatine kêmkirin û bêy rastiya vê meselê bizanin, her yek ji aliyê xwe ve şîroveyên ecêb li ser dikin.

Diyarkirina wan desthilatan bi timamî bi hevahengî û rêketin digel şexsê cîgirê serokwezîr bû, heta teksa biryarê û diyarkirin û destnîşankirina desthilatan jî ku, birêz serokwezîr îmza li ser kiriye, li ofîsa birêz cîgirê serokwezîr hatibû amadekirin.

Ji bo rêgirtin li wan hemû gotin û daxuyaniyên bêmana, em li bendê bûn birêz Qubad Talebanî bi xwe; hem sazî û nawendên partiya xwe li wê rêketin û hevahengiyê agardar bike, hem jî daxuaniyeke yekalîker li ser vê pirsê bide û dawiyê bi wan hemû qotin û daxuyaniyên bêesas ku, saziyên ragehandinê berdewam ji berpirs û kadiroyên YNKê vediguhêz in, bîne.

Samî Ergoşî
Sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê herêma Kurdistanê
02.10.2014
Top