Daxuyaniyek li ser nûçeya kêmkirina desthilatên cîgirê serokwezîr
Çend rojeke hindek saziyên ragehanidnê û torên civakî, rast û çep ketine bilavkirina daxuyaniyên hindek berpirs û kadiroyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li dor wê yekê ku, qaşo desthilatên birêz Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê hatine kêmkirin û bêy rastiya vê meselê bizanin, her yek ji aliyê xwe ve şîroveyên ecêb li ser dikin.
Diyarkirina wan desthilatan bi timamî bi hevahengî û rêketin digel şexsê cîgirê serokwezîr bû, heta teksa biryarê û diyarkirin û destnîşankirina desthilatan jî ku, birêz serokwezîr îmza li ser kiriye, li ofîsa birêz cîgirê serokwezîr hatibû amadekirin.
Ji bo rêgirtin li wan hemû gotin û daxuyaniyên bêmana, em li bendê bûn birêz Qubad Talebanî bi xwe; hem sazî û nawendên partiya xwe li wê rêketin û hevahengiyê agardar bike, hem jî daxuaniyeke yekalîker li ser vê pirsê bide û dawiyê bi wan hemû qotin û daxuyaniyên bêesas ku, saziyên ragehandinê berdewam ji berpirs û kadiroyên YNKê vediguhêz in, bîne.
Samî Ergoşî
Sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê herêma Kurdistanê
02.10.2014
