• Sunday, 15 February 2026
logo

Ocalan bi tundî gef xwar: Eger li Kobanî komkujî çêbibe pêvajo namîne

Gulan Media October 2, 2014 Nûçe
Ocalan bi tundî gef xwar: Eger li Kobanî komkujî çêbibe pêvajo namîne
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li ser rewşa Kobanî ku ev 18 roj in ji aliyê DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin, daxuyaniyek da û ragihand, Kobanî û pêvajo yekser bi hev re girêdayî ne ji ber wê jî eger Kobanî rastî komkujiyê were wê demê pêvajo diqede û xîmên kûdetayeke demdirêj li Tirkiyeyê tê avêtin.

Duh şanda HDPê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir û bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Li ser naveroka hevdîtinê şanda HDPê îro daxuyaniyek da û ragihand ku Ocalan DAIŞ wek “JÎTEMa Rojhilata Navîn bi nav kiriye û wiha gotiye:

“Dorpêçkirina Kobanî tenê dorpêçkirina bajarekî nîne çimkî ew êriş li dijî destkeftên gelê kurd e her wiha dê Tirkiyeyê jî bixe nav qonaxeke kûdetayê. Ji ber wê jî eger Kobanî rastî komkujiyê were wê demê pêvajo namîne û xîmên kûdetayeke demdirêj li Tirkiyeyê tê avêtin…”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan her wiha ji dewleta Tirkiyeyê xwestiye, demildest dest bi muzakereyên fermî bike ji ber ku gavên ku bên avêtin yekser dê bandorê li ser qeder û silametiya pêvajoya bikin.

Ocalan her wiha di peyama xwe ya li ser rewşa Kobanî de bang li hemû aliyên ku naxwazin pêvajo û demokrasî hilweşe bi hewara Kobanî herin û wiha anî ziman:

“Heta niha jî di nav dewletê de di navbera yên ku alîgirê çareseriyê û yên ku alîgirê îmhayê ne de pevçûn heye. ji ber wê jî yên ku alîgirê çareseriyê ne divê di dema xwe de û bi awayekê aktîf kar bikin. Ez dîsa li vir dibêjim Kobanî û pêvajoya yekser bi hev re girêdayî ne û ji her kesî dixwazim xwedî li vê xebata mirovahiyê û rêwîtiya demokratîk derkevin.”

Rudaw
Top