• Sunday, 15 February 2026
logo

Balafiran li nêzîk Kobanî car din li DAIŞê dan

Gulan Media October 2, 2014 Nûçe
Balafiran li nêzîk Kobanî car din li DAIŞê dan
Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî şeva borî car din çeperên DAIŞê li nêzîk bajarê Kobanî bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li ser sînorê Kobanî ragihand ku, “Derengiya şeva borî, balafirên şer yên Amerîka û hevpeymanên wê êrişî çekdarên DAIŞê li nahiyeya Şêran û gundê Helincê li nêzîk Kobanî kirin.”

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku, “Heta niha hejmara kuştî û birîndarên DAIŞê di encama bombebaranê de nediyar e.”

Bi gotina Peyamnêrê Rûdawê, “Ti çekdarekî DAIŞê derbasî nav bajarê Kobanî nebûye û cihê herî nêzîk ku di destê DAIŞê de ye 3 km dûrî bajarî Kobanî ye.”

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku, pêla koçberiya xelkê Kobanî ber bi Bakurê Kurdistanê ve rawestiyaye û ji duh ve ti kesî sînor derbas nekiriye.

Rudaw
Top