General Gerdî: Rizgarkirina Şingalê nêzîk bûye
Li gor agahiyên BasNewsê, Pêşmergeyên Kurdistanê piştî rizgarkirina bajarokê Rebie plan danîne qezaya Şingalê ya ser bi Mûsilê jî rizgar bikin. Li gor agahiyan, piştî rizgarkirina Rebîe fermandeyan ji Pêşmergeyên xwe re gotine ku “em nasekinin heta bi Şingalê.”
Derheqê plana Pêşmergeyan de General Musa Gerdî ragehand ku wan biryar daye heta yek gûndê Kurdan di destên DAİŞ’ê de be Pêşmerge ranawestin û got: “Îradeya Pêşmergeyan bilinde û me xwe amade kiriye ku heta Zumar û Şingal azad nekin ranewestin. Em dikarin di demeke kêm de hemû wan deran rizgar bikin ku di destê DAÎŞ’ê de ne.”
General Gerdî wiha axifî: “Hêza berê ya DAÎŞ nemaye û nikare xwe li himber Pêşmergeyan bigire û paşde vedikişe. Êrişên me berdawam dibin, ji ber ku me soz daye xelkê Kurdistanê ku em dê mizgîniya rizgarkirina Şingalê bidin wan.”
Hêjayê gotinê ye fermandeyê meydanî yê Pêşmergeyên li çiyayê Şingalê ragehandibû ku Hêza Pêşmerge ji bo rizgarkirina Şingalê amade ye û ew li benda Fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne.
Basnews
