Davutoglu şertê alîkariya Kobaniyê eşkere kir
Davutoglu îro li resepsiyona ji bo vekirina Parlementoya Tirkiyeyê pêk hatî de pirsên rojnamegeran bersivand.
Ahmet Davutoglu derheqê tezkere de got, “Sibe ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komar a Gel (CHP) roja ezmûnê ye. Heger CHP bibêje ‘na’ dê dîrokê de weke hevalbendê DAIŞê cih bigire.”
Davutoglu daxuyandin wî ji Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş re gotiyê ji tezkereya ji bo Iraq û Sûriyeyê nebêjin “na” û got, “Min jê re got, heger hûn ji bo Kobaniyê alikariyê bixwazin divê di dengdana tezkerê de ne bêjin ‘na’. Ew tezkere li Sûriyê ji bo li hemberî rêxistina DAIŞê û tevahiya rêxistinên wek wê terorîstin.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê eşkere kir ku ji beriya niha li gel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gotûbêj kirinê û wiha domand:
“Me sala borî li gel PYD hevdîtin kirin. Ji ber şaşiyê wî wextî hatin kirin niha kurd li Kobaniyê bedêlê didin. Herwiha me ji PYDê re gotibû li gel Artêşa Azad a Sûriyê hewl bidin û rê nedin rêjîma Esad. Xwe ji dûre rejîma Sûriyê dûr bexin û xwe nêzîkî me bikin. Heger wan guhdariya me kirîbûn rewşa îro dê ne wisa bûya û DAIŞ dê li herêmê ne evqasî xwedî hez bûya.”
Îro Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Selma Irmak hevdîtinek li gel Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu pêk anîn.
Selahedîn Demîrtaş piştî hevdîtinê daxuyaniyekî çapemeniyê da û ragihand ku hevdîtina li gel Davutoglu kirîn erênî derbas bû ye.
Demîrtaş daxuyandin Davutoglu gotiyê “Divê DAIŞ ji Kobaniyê bê paqijkirin. Mebesta hevpeymana navneteweyî ya li hemberî DAIŞê yek jî ew e. Ramana me ew e ku divê DAIŞê, hem ji derdora Kobaniyê hem jî ji Iraqê were paqijkirin.”
Demirtaş da zanîn Davutoglu di mijara tezkerê de jî gotiye “Ragihandina şerî ya li hemberî PKK weke biryara konseptek leşkerî ya nû bê nîşandan ev dê zerarê bide giyanê pêvajoya çareseriyê.”
Li Tirkiye tezkereya tê behskirin sibe li parlementoyê ji bo dengdanê dê bê pêşniyarkirin.
HDP û CHP ji beriya niha daxuyandibûn ku dê ji tezkerê re bibêjin na.
Rudaw
