Pirsa butçeya Kurdistanê diçe Parlamentoya Ewropa
Di vê çarçovê de, yekem wêstegha wê liv û tevgerê jî li Parlamentoya Ewropa ye, Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam hewl dida, heta duh 01.10.20104 karî pirsa qutkirina butçeya Herêma Kurdistanê bighîne nav Parlamentoya Ewropa û li wir şirove ya wê tawanê bike, ku hikûmeta navendî ya Îraqê li hember xelkê Kurdistanê dike.
Di vê derbarê de, Nûnûrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî, ji BasNewsê re got: ‘‘Îro em dê mijarê bibin Parlamantoya Ewropa û hewl didin fraksyonên Parlamentoyê têbighînin, ku qutkirina butçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve bi bername hatiye kirin.’‘
Ajgeyî wiha axifî: ‘‘Ji xeynî pirsaqutkirina butçeyê û meaşê fermanberên Kurdistanê, em dê pirsa referandûm û amadekariya Kurdan ji bo wê pirsê jî ligel Yekîtiya Ewropayê gotûbêj bikin. Sîyaseta hikûmeta Îraqê dibe piştgêrî bo me, daku paralemanterên Yekîtiya Ewropayê fam bikim ka çima em daxwaza serxwebûnê dikin.’‘
Ajgeyî axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Fraksyonên Parlamentoya Ewropa, ji daxwaza me ya serxwebûnê baş famnekirine û îro dê 5 civînên cud li Parlamentoya Ewropayê bên kirin û di her 5’an de, em dê du pirsan şirove bikin û hewl bidin piştgiriya Ewropiyan li ser pirsa serxwebûn û referandûmê bidest bixin.’‘
Basnews
