• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Tu ferqa Ebadî û Malikî nîne, divê Kurd helwêst werbigirin’

Gulan Media October 1, 2014 Nûçe
‘Tu ferqa Ebadî û Malikî nîne, divê Kurd helwêst werbigirin’
Parlamentera Kurd Necîbe Necîb, tekez kir ku helwêsta Ebadî û Malikî ya li ser qutkirina meaşê fermanberên Kurdistanê yek e û got: ‘’Lewra divê Kurd derbarê vê mijarê de helwêst werbigirin.’‘

Endama Parlamentoya İraqê Necîbe Necîb wiha axifî: ‘’Divê serkirdayetiya Kurd û parlamenterên Kurd jî li beramber neşandina meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê hewlwêst werbigirin.’‘

Necîb da zanîn ku dihat çaverêkirin Serokwezîr Heyder Ebadî di yekem hefteya pêkanîna kabîneya hikûmeta xwe de hinek pere bişandina ji hikûmeta Kurdistanê re û wiha pêde çû: ‘’Lê heta niha her dibên sibe û sibe, evna nayê qebûl kirin, ji ber pêdiviya xelkê bi meaş heye û mafê wan e meaşê xwe werbigirin.’‘

Parlamentera Kurd bibîr xist ku hemû parlamenteran rê dane Ebadî daku çi pêwist be serf bike ji wê hêza ku bo rûbirûbûna DAİŞ’ê dê were pêkanîn, lê belê Pêşmerge ku wek qehremanan li dijî DAİŞ’ê şer dikin yek dînar bo wan nayê xerckirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Loma divê parlamenterên Kurd li beramber vê helwêsta Ebadî bêdeng nebin. Di heman demê de tu ferqa Ebadî û Malikî nîne.’‘

Basnews
Top