• Sunday, 15 February 2026
logo

Davutoglu: Bila tu kes pêvajoya çareseriyê neke hêcet!

Gulan Media October 1, 2014 Nûçe
Davutoglu: Bila tu kes pêvajoya çareseriyê neke hêcet!
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ragihand ku ew ji ber “pêvajoya çareseriyê” bibiryarin û got, “Em di vê mijarê de jidil û bibiryarin. Baweriya me îro ji hemû deman zêdetir li pêvajoya çareseriyê tê.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu li ser televizyonên Tirkiyeyê bi navê “Rêya Tirkiyeyê ya Nû” axaftineke kir. Davut oglu li ser gotinên tekiliyên Tirkiyeyê û rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hene wiha got:

“Bebextî li hikûmeta bi biryara Desteya Wezîran DAIŞe weke rêxistinek terorîst hat ragihandin tê kirin. Em wek dewletê amaden vî agirî vemirînî, ji bo jinavbirina rêxtistina terorîst ya mirovên bêguneh dikûje amadene hemû gavan bavêjin.”

Davutoglu diyar kir ku 160 hezar kese penaber ji Kobaniyê hatine Tirkiyeyê û Heyva Sor û Rewşên Awarte û Karesatê ya Serokwezîriyê (AFAD) ya Tirkiyeyê seferber bûye.

Serokwezîr der heqê pêvajoya çareseriyê de jî wiha got:

“Hin kesên ramanên wan xirab dixwazin bandorê ser pêvajoyê bikin û herdem çavên wan li xirabiyê ye da ku pêvajoyê tek biben. Bila her kes bizanî îro çîroka li Rojhilata Navîn ya serkeftî bi têne pêvajoya çareseriyê ye û divê qimetê gavên tên avêtin bizanin. Em di vê mijarê de jidil û bibiryarin. Baweriya me îro ji hemû deman zêdetir li pêvajoya çareseriyê tê.”

Davutoglu bal kişand ser bûyerên dawî yên li herêmê jî û got, “Herwiha bila hemû kez bizane em rê nadin wan kesên kû pêvajoya çareseriyê bike hêcet û nîzama giştî xira bike.”

Rudaw
Top