ENKS hêzeke leşkerî li Kobanê pêkanî
Şaxê ENKS di daxuyaniyekê de ku îro 30 Îlonê hatiye belav kirin ragihand ku, bi mebesta rûbirûbûna terorîstîn DAIŞê û azadkirina Kobanê û gundewarên wê, em pêkanîna hêzek leşkerî radighînin.
Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, dê ew hêza leşkerî ya ENKS mil bi mil ligel hêzên leşkerî yên mixalefeta Sûriyê ya Lîberal şerê DAIŞ û rejîmê bike.
Şaxê ENKS li Kobanê daxwaz kir jî ku, rêkeftina Hewlêrê ya di navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de hatibû îmze kirin, bê aktîvkirin û hemû komîteyên wê dest bi çalakiyên xwe bikin.
Ji 15ê Îlonê ve çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrîşî herêma kobanê dikin û heta niha nêzîkî 60 gundî dagîrkirine.
Roja 19ê Îlonê, şaxê ENKS li Kobanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji alîgirên xwe kir ku çek helgirin û mil bi mil ligel şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şerê DAIŞê bikin.
Lê rayedarên ENKS çendîn car ragihandin ku YPG rê neade tu hêzek din da şerê DAIŞê bike û wek mercekî didane pêş hemû aliyên Kurd ên ku bixawzin şerê DAIŞê bikin, ew jî ewe ku pêwîste hemû hêz û alî di bin ala YPG de şer bikin.
Basnews
