• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Çekdarên DAİŞ’ê ji tirsa Pêşmerge ji Şingalê direvin’

Gulan Media October 1, 2014 Nûçe
‘Çekdarên DAİŞ’ê ji tirsa Pêşmerge ji Şingalê direvin’
Fermandeyê Hêza Pêşmerge li Çiyayê Şingalê Qasim Simêr dibêje ku moralê çekdarên DAİŞ’ê şikestiye û ji tirsa êrîşên Hêzên Pêşmerge bo ser Şingalê ber bi qezaya Beac û navçeyên din ên Mûsilê direvin.

Qasim Simêr ji malpera fermê ya PDK’ê re got: ‘’Doh çend hevwelatî ji nav Şingalê bi me re ketin têkiliyê, ku xwe amade kiribûn ji nav Şingalê derkevin û hevalên me jî ew bi dûrbînî dîtibûn, lê belê çekdarên DAİŞ’ê nahêlin, daku balefirên şer wan bombardiman nekin û wek mertalê mirovî wan bo xwe bikar bînin.’‘

Simêr wiha axifî: ‘’Morala DAİŞ’ê bûye sifir û dizanin dawiya wan hatiye, loma çekdarên wê direvin û Şingalê bicîh dihêlin û ber bi qezaya Beac û navçeyên din ên Mûsilê diçin. Êdî nema dikarin berevaniyê li xwe bikin û tirsa Hêzên Pêşmerge ketiye dilê wan loma direvin.’‘

Hêjayê gotinê ye doh Peşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh bo ser Şingal, Rebîe û Zumarê dabûn destpêkirin û Hêzên Pêşmerge Rebîe kontrol kiribûn, herwiha hatibû ragehandin ku di plana wan de heye tevahiya deverê bixin bin kontrola xwe û ji çekdarên DAİŞ’ê paqij bikin.

Basnews
Top