‘Çekdarên DAİŞ’ê ji tirsa Pêşmerge ji Şingalê direvin’
Qasim Simêr ji malpera fermê ya PDK’ê re got: ‘’Doh çend hevwelatî ji nav Şingalê bi me re ketin têkiliyê, ku xwe amade kiribûn ji nav Şingalê derkevin û hevalên me jî ew bi dûrbînî dîtibûn, lê belê çekdarên DAİŞ’ê nahêlin, daku balefirên şer wan bombardiman nekin û wek mertalê mirovî wan bo xwe bikar bînin.’‘
Simêr wiha axifî: ‘’Morala DAİŞ’ê bûye sifir û dizanin dawiya wan hatiye, loma çekdarên wê direvin û Şingalê bicîh dihêlin û ber bi qezaya Beac û navçeyên din ên Mûsilê diçin. Êdî nema dikarin berevaniyê li xwe bikin û tirsa Hêzên Pêşmerge ketiye dilê wan loma direvin.’‘
Hêjayê gotinê ye doh Peşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh bo ser Şingal, Rebîe û Zumarê dabûn destpêkirin û Hêzên Pêşmerge Rebîe kontrol kiribûn, herwiha hatibû ragehandin ku di plana wan de heye tevahiya deverê bixin bin kontrola xwe û ji çekdarên DAİŞ’ê paqij bikin.
Basnews
