Helebce bû paytexta aştî yê Kurdistan û Îraqê
Parlementoya Kurdistanê Helebce weke Paytexta aştî pesend kir.
Duh Parlementoya Kurdistanê bo giftûgo kirin li ser du projeyên qebûl kirina Helebce weke Paytexta aştî ya Kurdistan û Îraqê û herwiha projeya destûra navxweyî ya Parlementoyê civiya.
Di civîna han de rojeva serrast kirin û guhertina destûra naxweyî ya Parlementoyê bo demeke din hate paşxistin.
Her di civîna îro de Parlemen bi piraniya dengan Helebce weke Paytexta aştî ya Kurdistan û Îraqê pesend kir.
