• Sunday, 15 February 2026
logo

“Wezîr bên Bexdayê, emê jî budceya Kurdistanê bişînin”

Gulan Media October 1, 2014 Nûçe
“Wezîr bên Bexdayê, emê jî budceya Kurdistanê bişînin”
Encumena Wezîran a Iraqê duh civiya û di civînê de behsa şandina beşê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê nekirin.

Jêderekî ji şanda danûstandinan a Kurdistanê ligel Bexdayê ji Rûdawê re ragihand ku di civîna Encumena Wezîran a Iraqê de bi ti awayekî behsa budceyê Herêma Kurdistanê nehat kirin, ji ber ku mercê Bexda heye bo şandina budce.

Wî jêderî wiha got: “Mercê Bexdayê bo şandina budceyê Herêma Kurdistanê ew e ku Wezîrên Kurd biçin Bexdayê. Lê hîna ev pirs yakalî nebûye û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo vê yekê civiyane.”

Wî jêderî ku di nava şanda danûstandinan a Kurdistanê ligel Bexdayê ye da zanîn ku, “Biryar bû ku biştî sundxwarina wezîran, Hikûmeta Bexdayê mûçeyê 2 mehan şandiba. Lê heta niha yek jî neşandiye.”

Rudaw
Top