Osman Baydemir ji bo Kobaniyê çek xwest
Osman Baydemir ê li gel şanda Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş çûyî Kobaniyê bi rêya telefonê beşdarî bernameya Cuneyt Ozdemir ya bi navê 5N1Kyê ya televîzyona CNN Turkê bû.
Baydemir behsa çavdêriyên xwe kir û daxuyandin dorpeçkirina rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ya li Kobaniye hêj didome û got, “Rewşa bikaribe çiqasî dijwar bibe ew qasî dijwar e.”
Osman Baydermir bang li Tirkiyeyê kir û bal kişand divê Hikûmeta Tirkiyeyê piştgiriya Kobaniyê bike û wiha domand:
“Heger hûn nexwazin Kobanê jî weke Şingalê bibe, divê hûn çeperên rêxistina DAIŞê bombebaran bikin. Bombebaranakirina di bin kontrola Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) de bandorekî zêde li Kobaniyê nekiriye. Li Kobanê gel bixwe parastinê dike. Lê belê DAIŞ bi çekên modern yên DYAyê û Rusyayê êrîşa dike. Divê alikariya çekan bê kirin.”
Serokê Şaredariya Amedê yê berê Osman Baydemir polîtikaya Hikûmeta Tirkiyeyê ya mijara Kobanî û Rojavayê Kurdistanê rexne kir û got, “Tirkên Qibrisê ji bo Tirkiyeyê çi bin kurdên li Kobanî û Şingalê jî ji bo gelê kurd ew e. Tirkiye şûna piştgiriya DAIŞê bike divê birînên kurdan derman bike û li gel wan hewl bide. Destûra Melezgirtê, ya Çanakkaleyê vê dixwaze.”
Osmana Baydemir derheqê pêvajoya çareseriyê de jî wiha got:
“Nîve gelê Kobaniyê li Pirsûsê dijî nîvê gelê Pirsûsê jî li Kobaniyê dijî. Me hemûyan qimetê rewşa aram zanî. Rewşa Sûriyê li meydanê de ye û divê Tirkiyê li gorî wê gavan bavêje. Divê hikûmet rêya çek şandinê ji bo Kobaniyê veke. “
Rudaw
