Wezareta Pêşmerge: Operasiyonên me li dijî DAIŞê bo kêmkirina guvaşên li ser Kobanê ne
Birêvebirê ragihandin û hoşyarî û rewşenbîrî ya wezareta pêşmerge a Kurdistanê ji ajansa anadolê re ragihandiye ku: duh 30/9/2014 danê sibehê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Zumar û Rebîa dest bi êrişeke berfereh ya bejayî bo ser bereyên DAIŞ hatiye kirin û 30 xalên jêr destê DAIŞ`ê hatine kontrol kirin.
Helgurd Hîkmet ragihand: Her du gundên Mehmudiyê û Sediyê ku dikevin bakûrê Zumarê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye kontrol kirinê û niha em berbi bajaroka Rebîa ve diçin.
Berpirsê pêşmerge got: Armanca êrişên Pêşmerge bo kêmkirina fişara çekdarên DAIŞ li ser Kobanê ye û her weha bo wergirtina wan navçeyên li jêr destê DAIŞ de ne.
Ji aliyekî dinê ve jî fermandarê fermandeya hêzên pêşmerge (Felek) Ebdulrehman Kewrînî ji bereyên şer ragihand ku niha êrişên hêzên pêşmerge berdewame û bi giranî bajaroka Rebîa bombarduman dikin û di çend demjimêrên dahatî çaverêya nûçeyên xweş bin.
