• Sunday, 15 February 2026
logo

Zêdebûna hijmara wan Koçberan ku canê xwe ji dest didin

Gulan Media October 1, 2014 Nûçe
Zêdebûna hijmara wan Koçberan ku canê xwe ji dest didin

Saziya koç û koçberan ya navnetewî dibêje hijmara wan Koçberan yên ku canê xwe ji dest didin zêde dibe.

Saziya koç û koçberan ya navnetewî ragehand ku rojbiroj hijmara wan koçberan yên ku bi derqanûnî koç dikin û di rê de rastî bûyer û rûdawan dibin û canê xwe ji dest didin zêdetir dibe.

Li gor amara saziya han hijmara wan koçberan yên ku di sala 2014an de di dema koçberî de canê xwe ji dest daye du qasî hijmara wan koçberaye ku di sala 2011an de canê xwe ji dest dane.

Li gor amarekî saziya koç û koçberan piraniya wan koçberan jiber xendiqandinê di nava behran de canê xwe ji dest dane.
Top