• Sunday, 15 February 2026
logo

Piştî azadkirina Rebîe Pêşmerge ber bi Şengalê diçin

Gulan Media September 30, 2014 Nûçe
Piştî azadkirina Rebîe Pêşmerge ber bi Şengalê diçin
Vê sibê Peşmergeyên Kurdistanê êrîşeke berfireh bo ser Şjngal, Rebîe, Zumarê dan destpêkirin û niha Hêzên Pêşmerge gehiştine navenda Rebîe û di plana wan de heye ku tevahiya deverê kontrol bikin.

Ji eniya Şengalê çavkaniyekê ji BasNewsê re aşkere kir ku ew êrîş bi hevkariya navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û Fermandeya Duhokê, Yekîneyên Zêrevanî, Fermandeya Barzan, Leşkerê Taybetê Yekê Gulanê, Lîwaya Yekê ya ser bi Wezareta Pêşmerge û Fermandeya Helgurd hatiye destpêkirin bo azadkirina deverên Zumar, Rebîe û Şengalê.

Li gor heman çavkaniyê, heta niha bi dehan gund ji çekdarên DAİŞ’ê hatine paqijkirin Hêzên Pêşmerge ber bi azadkirina Şengal û Zumarê de pêşve çûnê û zerarên mezin gehandine çekdarên DAIŞ’ê.

Di vê derbarê de, Fermandeyê Spîlkê Mûsa Gerdî ji BasNewsê re got: ‘‘Hêzên Pêşmerge niha di bav Rebîe de ne, balafirên şer jî êrîşên xwe bo ser wê deverê rawestandine û 2 termên çekdarên DAIŞ’ê di destê Pêşmergeyan de ne û yek ji wan kuştiyan Çeçanî ye.’‘ Mûsa derbarê pêngavên paşerojê de jî got: ‘‘DAIŞ peşde vedikişe, em jî li deverê di şer de ne û fermandeyekî me jî şehîd bûye.’‘

Wek tê zanîn di çend rojên borî de, çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAIŞ), rêya serekî ku Şengalê bi Rojava, Herêma Kurdistanê û bajarokê Rebîe ve girêdide kontrol kiribûn, armanca vê operasyona Hêzên Pêşmerge jî, ew e ku careke din rêya navbera Şengal û deverên din ên Başurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê were vekirin.

Basnews
Top