• Sunday, 15 February 2026
logo

Şie bi merc butçeya Kurdistanê dişînin

Gulan Media September 30, 2014 Nûçe
Şie bi merc butçeya Kurdistanê dişînin
Hikûmeta Îraqê ji bo şandina butçeya Herêma Kurdistanê daxwaza dahatên petrol, gumrik û lista hamû mesrafan dike. Li beramber vê daxwazê Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa ji Heyder Ebadî û Emar Hekîm re got: ‘‘Eger hun van daxwazan bikin, divê hun dahatê petrola Kerkûkê ji sala 1920 û heta niha bidin me.’‘

Îro Encumenê Wezîran ya Îraqê bi mijara butçeya Herêma Kurdistanê dicive lê li gor agahiyên BasNewsê, Ebadî û Emar Hekîm helwêsta xwe li ser şandine butceye ji Rêkxerê Tevgera Goran û Berpirsê Dosya Pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê Noşîrwan Mistefa re eşkere kirine, lê heta niha ji PDK û YNK’ê re ne gotine.

Li gor kesekî haydarê civîna Mistefa û aliyên Şie, helwêsta Şîeyan li ser şandina butceya Herêma Kurdistanê hişk e û bi asanî butceyê naşînin. Li gor heman agahiyan, herdû serkirdeyên Îraqî ne amade ne butçeya Kurdistanê bişînin eger hat û hikûmeta Kurdistanê rapora mesrefên xwe nede wan û pêwiste di vê raporê de bi eşkere were nişandan ku ji sala 2003 heta niha, ew pereyên gehiştine destê hikûmeta Kurdistanê çawa hatine xerckirin.

Li gor wan zanyariyan, Bexda qebûl nake ku di vê raporê de tenê serfkirina pereyên ji aliye Bexdayê ve hatiye şandin hebe. Divê Kurdistan di raporê de cîh bide çawaniya serfkirina wê dahata gumrik û petrola ji aliye Kurdistanê ve hatiye firotin. Serkirdeyên Îraqê bi awayekî eşekere ji Rêxerê Tevgera Goran re gotine ku ev vê raporê dixwazin û ev ne merce lê evna mafekî yasayî yê dewleta İraqê ye û eger hat û Kurdistan vê daxwazê cîbicîh neke ew ne amade ne butçeya Kurdistanê bişînin.

Li gor zanyariyên BasNewsê Rêxerê Goran bersîva wan daye û gotiye ku evna karekî zede giran e ji ber ku demeke dirêj e rewşa Kurdistanê jî ne baş bû û di muesesebûnê de problema wan hebû û ew jî dibejin, eger rapor neyê ew nizanin ka dê çi ji gele İraqê re bejin ji ber ew perpirsyar in. Noşîrwan Mistefa jî bersiva wan dide û dibheje: ‘‘Baş e ka emê çi ji gelê Kurdistanê re bejin ku ji sala 1920 û heta niha hun pereyên petrola Kerkûkê ji xwere dibin.’‘

Basnews
Top