• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge bajarokê Rebîeyê yê Mûsilê ji DAIŞê standin

Gulan Media September 30, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge bajarokê Rebîeyê yê Mûsilê ji DAIŞê standin
Piştî operasyoneke berfireh Hêzên Pêşmerge karîn devera Rebîeyê ya Mûsilê bi temamî kontrol bikin. Hêzên Pêşmerge dibêjin, em heta Şingalê nasekinin.

Îro danê sibê hêzên Pêşmerge dest bi êriş û operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê yên li nahiyeya Rebîe ya Mûsilê kirin.

Fermandarê Hêza Destweşên a Pêşmerge Şêx Ehmed Mihemed ji nava Rebîeyê ji Rûdawê re ragihand: “Rebîe bi temamî ket destê Hêzên Pêşmerge.”

Şêx Ehmed Mihemed wiha domand: “Operasyona me vê sibehê dest pê kiriye, di serî de me gundên Mehemûdiye û Siûdiye xistin destê xwe û pişt re me berê xwe da Rebîeyê, heta Şingalê em nasekinin.”

Wî fermadarê Hêzên Pêşmerge kontrolkirina Rebîeyê bi girîng zanî û wiha got: “Kontrolkirina Rebîeyê rê li pêşiya kontrolkirina Şingal û Zumarê jî vedike.”

Rudaw
Top