• Sunday, 15 February 2026
logo

Ofîsa Nêçîrvan Barzanî alîkarî gehande koçberên Kobanê

Gulan Media September 30, 2014 Nûçe
Ofîsa Nêçîrvan Barzanî alîkarî gehande koçberên Kobanê
Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, alîkarî gehande 6 hezar malbatên koçber ên Kurd ku ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakur bûne.

Di vê derbarê de endamê şanda ofîsa Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cewad Siyamend ku niha li nav koçberên Kobanê ye, ji BasNewsê re got: ‘’Heta niha me alîkarî gehandiye 6 hezar malbatên Kurd ên koçber ku ji Kobanê û derdora wê derbasî Bakurê Kurdistanê bûne. Alîkarî ji 20 kamyonên xwerak û pêdiviyên rojane pêk tê.’‘

Siyamend wiha axifî: ‘’Me ekîbeke berfireh ji doktor û karmendên tendirustiyê yên Rojavayê Kurdistanê pêkaniye, me derman û pêdiviyên pizhişkî jî amade kirine û niha ew ekîb di nav koçberan de wek tîmên gerok karê xwe dikin. Herwiha em dê li ser karê xwe berdewam bin û armanca me xizmetkirina koçberan e.’‘

Siyamend da zanîn ku ligel qutkirina butçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta İraqê ve, di rewşeke wiha xirab û şerekî dijwar ligel DAİŞ’ê, lê dîsan koçberên Kobanê jibîr nekirine û wiha pêde çû: ‘’Ligel vê rewşê jî Nêçîrvan Barzanî em rasipardin daku alîkariya koçberên Kurd ên Kobanê û derdora wê bikin ku niha derbasî Bakurê Kurdistanê bûne.’‘

Basnews
Top