Ewropa konferansekê ji bo piştgiriya Kurdan lidar dixe
Di hevdîtinê de, behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û deverê hat kirin, bi taybet ew rewşa ne çaverêkirî ku rûbirûyê Herêma Kurstanê bûye ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê bi sed hezaran koçber hatine Kurdistanê. Herwiha di wê hevdîtinê de, herdu alî di wê baweriyê de bûn ku, divê rewşê de pêwîste tevî alîkariya siyasî, ji aliyê civaka navdewletî ve alîkariya aborî jî bo Herêma Kurdistanê bê kirin.
Lewra biryar hat dayîn ku Xirîstiyanên Demokrat li Paramentoya Ewropayê, ku fraksyona herî bihêz û mezin a Parlamentoya Ewropa ye û xwedan 215 kursî ye, bi alîkariya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê dê konferansekê lidar bixin. Ew konferans wê bi beşdariya Komîseriya Yekîtiya Ewropa bo Alîkariyên Mirovî û wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê be. Armanc jî dîtina mekanîzmeke aktîf e bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê.
Basnews
