• Sunday, 15 February 2026
logo

30 partiyên Başûr ji Hikûmeta Herêmê xwestin alîkariya serbazî bide Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media September 30, 2014 Nûçe
30 partiyên Başûr ji Hikûmeta Herêmê xwestin alîkariya serbazî bide Rojavayê Kurdistanê
Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, 30 partiyên kurd li hev civiyan û biryar dan ku bang li Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê bikin ku alîkariya serbazî û mirovahî, demeke zûtir bigihîne Rojavayê Kurdistanê.

Nûnerên 30 partiyên Başûrê Kurdistanê ku beşdarî civînê bûbûn civîneke çapemenî li dar xistin. Nûneran ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestin gavek zûtir alîkariya serbazî û mirovahî bişîne Rojavayê Kurdistanê. Her wiha ji hikûmetê xwestin ku bo alîkarî dayîna Rojavayê bang li raya giştiya navneteweyî bike û her wiha Herêma Kurdistanê jî alîkarî bide.

Beşdarvanên civînên gotin, “Rojavayê Kurdistanê ji qonaxeke pir hestiyar û metirsîdar re derbas dibe. Êrişa mezin a terorîstan a li ser Kantona Kobanê heye û şerekî dijwar li wê derê diqewime.”

Her 30 partiyan ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwestin ku gavek zûtir hevkarî û piştevaniya xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê û domandin, “Di rojeke wiha de divê hemû partiyên Kurdistanê nakokiyên navbera xwe bidin aliyek û berjewendiya neteweyî esas bigrin.”

Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK), PDK-Îran, PDK-Suriye, Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Demokrata Sosyalîsta Kurdistanê beşdarî daxuyaniyê nebûn.

Ehmed Kanî Berpirsê Pêwendiyên Niştimanî yê PDKê ji Rûdawê re got, tu agahdariya wan derheqê civîn û daxuyaniyê nebû.

Herwiha Teymur Mistefayî endamê Polîtburoya PDK-Îranê ji Rûdawê re got, partiya wan ji bo beşdarbûna civînê de nehatiye agahdarkirin.

Top