• Sunday, 15 February 2026
logo

Di şerê Rebîeyê de pêşmergeyek şehîd bû

Gulan Media September 30, 2014 Nûçe
Di şerê Rebîeyê de pêşmergeyek şehîd bû
Di şer û pevçûnên îro yên devera Rebîe ya Mûsilê de pêşmergeyek şehîd bû.

Îro danê sibê hêzên Pêşmerge dest bi êriş û operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê yên li nahiyeya Rebîe ya Mûsilê kirin.

Çavkaniyekî ji hêzên Pêşmerge li eniya Rebîeyê ji Rûdawê re got, di şerê îro de Hêza Taybet a Yek, Hêza Gulanê, Hêza Fermandehiya Sefîn, Hêza Zêrevaniyê û Tabûra 8 a girêdayî Wezareta Pêşmerge beşdar bûn û karîn çend gundên wê deverên kontrol bikin.

Wî jêderî da zanîn ku hêzên Pêşmerge niha li nahiyeya Rebîeyê de ne û bi çekdarên DAIŞê re şer dikin.

Her wiha hat zanîn ku di şerê Rebîeyê de pêşmergeyek şehîd bûye lê li hember de derdora 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Rudaw
Top