Serok Barzanî 51 saliya radiyoya dengê Kurdistanê pîroz dike
Serok Barzanî bi minasebeta 51 saliya radiyoya dengê Kurdistanê peyamek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Birêz birêvebir û stafa nivîsîn û karmendên radiyoya dengê Kurdistanê
Silavek gerim
Bi minasebeta 51 saliya damezrandina radiyoya dengê Kurdistanê pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî we dikim.
Îsal di demekî de bîranîna damezrandina radiyoya dengê Kurdistanê dikin ku gel û welatê me di nava şerekî çarenivîssaz deye li hember terorîstan, hevdem ji ber rewatiya dozga gelê Kurd û ew nirxên bilind yên ku di bawerdariya me bi azadî û parastina bihevre jiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî nîşanî cîhan hatiye dayîn, dengê rewa û yê heq ê gelê Kurd gehêştiye cîhanê û niha beşeke mezin ji cîhanê piştgîriya gelê Kurd û Kurdistanê dike, ew piştîwaniya han peyameke gelek girînge bo gelê Kurd û bo her kes hatiye zelalbûn ku dengê gelê Kurd tê bihîstin û rê nayî dayîn daku gelê Kurd were xendeqandin.
Berxwedana gelê Kurd yê bo azadî di nava qonaxên gelek dijwar de derbas bûye û destkeftên gelek mezin jî bidest hatine, di wan qonaxan de radiyoya dengê Kurdistanê bi tenê dengê daxwazên rewa yên gelê Kurd û her çend derfetên teknîkî jî gelek kêm bûn lê rê nehate dayîn daku neyar dengê gelê me û şoreşê kip bikin.
Niha di siya pêşkeftinên heyî de gelek navendên mîdiyayî li Kurdistanê de kar dikin û bûne cêyê omîdê ku dikarin bibin deng û rengê rastîn yê gelê me.
Hêvî dikim radiyoya dengê Kurdistanê weke berê bi rihê pêşmergane di warê xizmet kirina gel û welat de berdewam be û hêviya serkeftinên zêdetir ji wer re dixwazim.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
28.9.2014
