Balafirên Amerîkayê cara yekê li Sinona Şingalê li DAIŞê dan
Fermandeyê Pêşmere Macid Xalid li Geliyê Kersiyê yê Şingalê ji Rûdawê re got, îro danê sibê balafirên şer ên Amerîkayê cara yekemîn li nav nahiyeya Sinonê de li çekdarên DAIŞê dan û çend navendên wan têk birin.
Rêveberê Asayişa Sinonê Qasim Simo jî ji Rûdawê re got, balafirên şer ên hêzên hevpeymanên navdewletî îro du caran li nahiyeya Sinonê li DAIŞê dan ku di encamê de 2 otomobîlên zirêhî yên DAIŞê hatin jinavbirin û zêdetirî 10 çekdar hatin kuştin.
Ev çend roj in li devera Şingalê şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û şervanên Êzîdî û çekdarên DAIŞê de didome. Li gorî agahiyan, rêya navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê ketiye destê DAIŞê.
Tê gotin, di wî şerî de heta niha 6 gerîlayên PKKê li ser sînor şehîd bûne.
Li gorî agahiyên Qasim Simo, çekdarên DAIŞê hewl dane komelgeha Zoravayê ya li nêzîkî ziyareta Şêx Şerfedîn bigirin û karîn demekî jî bigirin lê paşê rastî berxwedana Pêşmerge û şervanên êzîdî hatin. Heta niha jî şer û pevçûn li derdora Zoravayê didome.
Di heyama çend rojên borî de balafirên Amerîkayê dest bi êrişên hewayî li dijî çekdarên DAIŞê yên li devera Şingalê kirin ku ji ber wan êrişan heta niha bi dehan çekdar hatine kuştin.
Rudaw
