• Sunday, 15 February 2026
logo

Grûpek çekdarî ya Şîe bo Kerkûkê tê şandin

Gulan Media September 29, 2014 Nûçe
Grûpek çekdarî ya Şîe bo Kerkûkê tê şandin
Grûpek çekdar a Şîe bo bajarê Kerkûkê tê şandin û li navçeya pêşesaziya başûr li wî bajarî dê bên bicih kirin.

Çavkaniyekê ji parêzgeha Kerkûkê ji BasNewsê re ragihand ku, ew hêza çekda hejmarek şarezayên leşkerî yên îranî jî ligel de ye bi erpiriştiya grûpa Bedir a çekdarî ye.

Çakaniyê, ku daxwaz kir ku navê wê neyê aşkere kirin, da zanîn jî ku, dibe ku ew grûpa çekdar were Kerkûkê bo êrşîkirin li ser gundê Beşîr ê turkemnî li wê navçeyê.

Li go zaniyariyên çavkaniya BasNewsê, heta niha nediyare dê ew grûp hevahengiyê ligel Hêzên Pêşmerge bike yan na, yan jî dê çiqasî li wê navçeyê bimîne.

Berî nina feramndeyê grûpa Bedir a çekdarî, Hadî Amirî li Kerkûkê gotibû ku, divê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji Kerkûkê derkevin û hozên ereb li Kerkûkê jî gerim kiribûn da li dijî Pêşmergeyan rabin.

Basnews
Top