Bexda dê beriya cejnê mûçeyê Kurdistanê bişîne
Wezîrê demkî yê Darayî yê Iraqê Mihemed Şiyaa ragihand ku Wezareta Darayî ya Iraqê biryar daye beriya Cejna Qurbanê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.
Li ser vê yekê jêderkî ji Wezareta Darayî ya Iraqê ji Rûdawê re ragihand: “Sibe Encumena Wezîran dê bicive bo gotûbêjkirina şandina beşek ji bûdceya Herêma Kurdistanê bo dayîna mûçeyê karmendan.”
Wî jêderî her wiha diyar kir, piştî ku hejmarek mezin penaber ji ber êrişên DAIŞê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê aloziya darayî li herêmê kûrtir bû.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê roja 4ê Cotmehê Cejna Qurbanê ye.
Rudaw
