• Sunday, 15 February 2026
logo

Bexda dê beriya cejnê mûçeyê Kurdistanê bişîne

Gulan Media September 29, 2014 Nûçe
Bexda dê beriya cejnê mûçeyê Kurdistanê bişîne
Hikûmeta Iraqê ragihand, dê beriya Cejna Qurbanê mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

Wezîrê demkî yê Darayî yê Iraqê Mihemed Şiyaa ragihand ku Wezareta Darayî ya Iraqê biryar daye beriya Cejna Qurbanê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.

Li ser vê yekê jêderkî ji Wezareta Darayî ya Iraqê ji Rûdawê re ragihand: “Sibe Encumena Wezîran dê bicive bo gotûbêjkirina şandina beşek ji bûdceya Herêma Kurdistanê bo dayîna mûçeyê karmendan.”

Wî jêderî her wiha diyar kir, piştî ku hejmarek mezin penaber ji ber êrişên DAIŞê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê aloziya darayî li herêmê kûrtir bû.


Li Iraq û Herêma Kurdistanê roja 4ê Cotmehê Cejna Qurbanê ye.

Rudaw
Top