• Sunday, 15 February 2026
logo

Wêneyên perwerdeya Pêşmergeyan li Elmanya

Gulan Media September 29, 2014 Nûçe
Wêneyên perwerdeya Pêşmergeyan li Elmanya
Ji duh, 28ê Îlonê, ve perwerdeya 32 Pêşmergeyên Kurdistanê li welatê Elmanya li ser bikaranîna çekên modern destpêkiriye û dê hefteyekê dirêj bike.

Di wê xula perwerdeyê de pisporên leşkerî yên Elmanya wan her 32 Pêşmergeyan hînî bikaranîna çekên giran û çekên li dijî tankan dikin, dema bidawîhatina wê xulê jî dê ew Pêşmerge vegerin Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hînî bikaranîna wan cûreyên çekan bikin.

Xula perwerdeyê li cihekî taybet bi perwerdeya leşkerî li kelha Bavarya birêve diçe û dê yek hefteyê berdewam be.

Li go daxuyaniyên pisporên elmanî yên serperiştiya wan xulê dikin, ew yekemîn xula hînbûnê ye ku ji hêzek biyanî re li ser axa Elmanya birêve diçe.

Basnews
Top