• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi hev re civiyan

Gulan Media September 29, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi hev re civiyan
Piştî beşdarbûna şandeke bilind a herêma Kurdistnê dei Foruma Aborî ya Cîhanî (DAVOS) de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan re civiya.

Di wê hevdîtinê de Serokomarê Tirkiye tekez li ser pêwîstiya pêşxistina pêwendiyên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê kir.


Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan ragihand ku, “Tirkiyeyê ji hemû aliyan ve girêdayî wan pêwendî û rêkeftinên ku navbera me û Herêma Kurdistanê de hene.”


Erdogan wiha domand: “Her wiha emê hewlên cîdî bidin di piştgiriya Herêma Kurdistanê de, bi taybetî ji aliyê mirovî ve, ku heta niha me hevkariyên baş pêşkêşkirine û emê li ser wê yekê berdewambin.”


Serokomarê Tirkiyeyê tekez kir ku, “Ji bo nehiştina terorê hemahengiya me ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî heye û ev têkelî dê ligel Herêma Kurdistanê jî hebe, bo jinavbirina her metirsiyekê li navçeyê.”


Herwiha di wê hevdîtinê de, rewşa dawî ya Iraq û navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û şerê Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, hatin nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya vê helwesta Erdogan û hevkariyên Tirkiyeyê kir û eşkere kir ku Herêma Kurdistanê li hêviya piştgirî û hevkariyên bêhtir bû ji Tirkiyeyê.


Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, “Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê yên aborî û siyasî ligel Tirkiyeyê pêşbikevin û baştir bibin.”


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê helwesta Herêma Kurdistanê derbarê beşdarbûna di Hikûmeta nû ya Iraqê de zelal kir ku kurd di hikûmetê de beşdar dibin û dixwazin derfetekê bidin hikûmeta nû ya Iraqê ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.


Di dawiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest, ku pêwendiyên navbera Tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê baştir bibin.

Top