Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi hev re civiyan
Di wê hevdîtinê de Serokomarê Tirkiye tekez li ser pêwîstiya pêşxistina pêwendiyên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê kir.
Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan ragihand ku, “Tirkiyeyê ji hemû aliyan ve girêdayî wan pêwendî û rêkeftinên ku navbera me û Herêma Kurdistanê de hene.”
Erdogan wiha domand: “Her wiha emê hewlên cîdî bidin di piştgiriya Herêma Kurdistanê de, bi taybetî ji aliyê mirovî ve, ku heta niha me hevkariyên baş pêşkêşkirine û emê li ser wê yekê berdewambin.”
Serokomarê Tirkiyeyê tekez kir ku, “Ji bo nehiştina terorê hemahengiya me ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî heye û ev têkelî dê ligel Herêma Kurdistanê jî hebe, bo jinavbirina her metirsiyekê li navçeyê.”
Herwiha di wê hevdîtinê de, rewşa dawî ya Iraq û navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û şerê Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, hatin nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya vê helwesta Erdogan û hevkariyên Tirkiyeyê kir û eşkere kir ku Herêma Kurdistanê li hêviya piştgirî û hevkariyên bêhtir bû ji Tirkiyeyê.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, “Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê yên aborî û siyasî ligel Tirkiyeyê pêşbikevin û baştir bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê helwesta Herêma Kurdistanê derbarê beşdarbûna di Hikûmeta nû ya Iraqê de zelal kir ku kurd di hikûmetê de beşdar dibin û dixwazin derfetekê bidin hikûmeta nû ya Iraqê ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.
Di dawiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest, ku pêwendiyên navbera Tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê baştir bibin.
