Wezareta Pêşmerge: ti pêşmergeyek neçûye Kobanî
Helgurd Hîkmet ji PNA re ragihand, ku gerek bi fermana wezareta Pêşmerge yan jî bi fermana fermandarê giştîyê hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî, hêzên Pêşmerge ber bi Kobanî ve bihên şandin.
Weha jî da zanîn, ku şandina Pêşmerge ji bo Kobanî tiştekî hêsan nîne, ji ber ku ji sê alîyan ve çekdarên DAIŞ in û alîyekî din jî Turkiye ye, ji ber evê yekê divê hêzên Pêşmerge yan di rêya Turkiye de yan jî di rêya asimanî de biçin Kobanî.
Weha jî da xuyakirin, ku heta niha ti hêzeka Pêşmerge neçûye Kobanî.
