YPG: Çekdarên DAIŞê êrişekî berfireh li dijî bajarokê Til Koçerê dane destpêkirin
Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de got, çekdarên DAIŞê roja înê di rêya teqandina 2 otombîlan re xwestin ku dest danin ser bajarokê Til Koçerê û deriyê wê yê sînorî lê êrIşa wan ji aliyê YPGê ve hat şikandine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku DAIŞê tank, zirêhpoş û çekdarên xwe ji Iraqê anîne çepera şer li Til Koçerê û Cezayê ji ber wê jî şerekî giran di navbera wan û YPGê de li wê deverê derketiye.
Berdevkê YPGê aşkere kir ku piraniya çekdarên DAIŞê yên ku li Til Koçerê şer dikin, çekdarên biyanî ne û bi zimanî, azerî, tirkî, pakistanî û şêwezarên erebî yê ne sûrî diaxifin.
Rêdûr Xelîl diyar kir ku tevî giraniya şer, lê heta vê gavê balafirên hevpeymaniya navdewletî navendên DAIŞê li aliyê Til Koçer û Cezayê bombebaran nekirine.
Bajarokê Til Koçberê yê Rojavayê Kurdistanê û deriyê sînorî yê Til Koçerê Cotmeha par ketibû destê YPGê.
Rudaw
