• Sunday, 15 February 2026
logo

YPG: Çekdarên DAIŞê êrişekî berfireh li dijî bajarokê Til Koçerê dane destpêkirin

Gulan Media September 28, 2014 Nûçe
YPG: Çekdarên DAIŞê êrişekî berfireh li dijî bajarokê Til Koçerê dane destpêkirin
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihand ku çekdarên DAIŞê êrişeke berfereh li ser bajarokê Til Koçerê (Yeirûbiye) yê li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dest pê kirine û dixwazin wî bajarokî û deriyê sînorî bigirin.

Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de got, çekdarên DAIŞê roja înê di rêya teqandina 2 otombîlan re xwestin ku dest danin ser bajarokê Til Koçerê û deriyê wê yê sînorî lê êrIşa wan ji aliyê YPGê ve hat şikandine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku DAIŞê tank, zirêhpoş û çekdarên xwe ji Iraqê anîne çepera şer li Til Koçerê û Cezayê ji ber wê jî şerekî giran di navbera wan û YPGê de li wê deverê derketiye.

Berdevkê YPGê aşkere kir ku piraniya çekdarên DAIŞê yên ku li Til Koçerê şer dikin, çekdarên biyanî ne û bi zimanî, azerî, tirkî, pakistanî û şêwezarên erebî yê ne sûrî diaxifin.

Rêdûr Xelîl diyar kir ku tevî giraniya şer, lê heta vê gavê balafirên hevpeymaniya navdewletî navendên DAIŞê li aliyê Til Koçer û Cezayê bombebaran nekirine.

Bajarokê Til Koçberê yê Rojavayê Kurdistanê û deriyê sînorî yê Til Koçerê Cotmeha par ketibû destê YPGê.

Rudaw
Top