“Nakokiyên PDK û YNK kurd li Bexdayê bêhêz kirin”
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Musenna Emîn ji Rûdawê re behsa nakokiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir û wiha got:
“PDKê û YNKê kurd bi sivikatî birin Bexdayê. Dema biryar dan ku di hikûmetê de beşdar bibin gerek roja din çûbana wir û daxwaza mafên xwe ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiribana.”
Musenna di wê baweriyê de ye ku ew xemsariya han hîşt ku Bexda Kurdan tiştekî nehesibîne û wiha domand: “Ji dema ku kurdan biryara tevlîbûna hikûmeta nû ya Iraqê dane ve heta niha ti wezîrek bo wan nehatiye kifşkirin û sûnd nexwarine, lewma Bexda jî daxwazên kurdan bi cîdî wernagire.”
Wî parlamanterê Kurd ê Iraqê da zanîn ku, “Eger me kar kiriba û Bexda mafên me nedaba wê demê me dikarî berê xwe bidin welatên rojava yên ku ji me xwestin em di hikûmetê de beşdar bin, wan jî dê Bexda neçar kiribana ku mûçeyê fermanberên Kurdistanê bişîne.”
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi tundî rexne li PDK û YNKê kir û diyar kir ku nakokiyên navbera PDKê û YNKê sedema sereke ya bêhêzbûna kurdan li Bexdayê ye.
Musenna Emîn derbarê sedema wan nakokiyan de jî da axivî û got ku PDKê dixwaze kursiyeke xwe bide Tevgera Gorran, YNKê jî wisa hest dike ku PDKê û Gorran dixwazin pêgeha wê li Bexdayê lawaz bikin û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî divê PDKê wê gumana YNKê nehêle.”
Emîn di dawiya gotina xwe de hişyarî da û wiha got: “Eger pêwendiyên navbera wan partiyan wisa biçe, dê hêza kurdan li Bexdayê lawaztir bibe.”
Rudaw
