• Sunday, 15 February 2026
logo

Katalonya diçe referandûmê

Gulan Media September 28, 2014 Nûçe
Katalonya diçe referandûmê
Piştî referandûma serxwebûnê ya li Skoçya, herêma Katalonya ya Spanyayê jî, wê di 9’ê mijdarê de biçe referandûmê. Lê belê rêveberiya Madrîd bi dijwarî li dijî referandûmê derdikeve.

Li paytexta Katalonya Barcelonayê, Serokê Herêmê Artur Mas duh biryarnameyek weşand û ragehand ku wê referandûma serxwebûnê were kirin. Li gor biryarnameyê wê gelê Katalonya di 9’ê Mijdarê de biçe ser sindoqan û dengê xwe ji bo serxwebûn an jî girêdana bi Spanyayê ve, bikar bîne.

Artur Mas diyar kir ku wek tevahiya gelên li cîhanê gelê Katalan jî xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye û got ku referandûm pêkanînek demokrasiyê ye. Mas da zanîn ku ew dê nêrînên cuda yên di navbera wan û Madrîdê de bi vê rêyê çareser bikin.

Mas got ku Katalonya ev 7 sed sal in rêveberiya xwe diparêze û ew jî Serokê 129’emîn ê Katalan e û wiha axifî: 'Demeke dirêj e ku Katalan dixwazin wê kêliya Katalonya mezin bibînin. Ez ji her kesên ku ji me re bûne alîkar spas dikim. Ev roj wê bibe rojeke ku em dê her tim bibîr bînin.' Serokê Katalan destnîşan kir ku pêvajoya serxwebûnê xwe dispêre 'rêzgirtina li bingehên qanûnî, lêgerîya diyalogê, lihevkirina siyasî û aramiya berfireh a civakî.'

Mas ragihand ku divê rêz ji biryarnameya wî îmze kiriye re bê nîşandan û di axaftina xwe ya bi zimanê Îngilîzî de ji bo lîderên Ewropî got ku 2 ji 3 parên parlamentoya Katalan referandûmê dixwazin, lewma wî biryarnameya li ser referandûmê îmze kiriye; 'Em dizanin ku rêya herî medenî ya çareseriya pirsgirêkên navneteweyî, demokrasî ye.'

Piştî axaftinê Mas û lîderên partiyên siyasî yên beşdarî merasîma îmzeyê bûn, ji avahiya Palau de la Generalitat derketin û girseya gel a bi qîrîna dirûşmên 'serxwebûnê' li benda wan bû, silav kirin. Li meydanê pankarta bi nivîsa 'serxwebûn' hat vekirin û dirûşmên 'Bijî Katalonya' hatin bilindkirin.

Li gor biryarnameyê wê referandûm di 9’ê Mijdarê de pêk were û pirsa bi du bersivan ji Katalanan bê pirsîn. Di ya yekemîn de wê pirsa 'Hûn dixwazin Katalonya bibe dewletek?' bê pirsîn û ji bo yên bersiva 'erê' dane vê pirsê wê pirsa 'Hûn dixwazin ev dewlet serbixwe bibe?' were kirin.

Biryara referandûma serxwebûna Katalonya ku ji bo aboriya Spanyayê xwedî girîngiyeke mezin e, bû sedema nerazîbûna hikûmeta Madrîdê. Tê texmînkirin ku bi rêjeyeke bilind biryara serxwebûnê ji herêmê derkeve. Alîkarê Serokwezîrê hikûmeta Spanya Saenz De Santamaria diyar kir ku biryara referandûmê li dijî Destûra Bingehîn e û rêveberiya Katalan şaşiyeke gelekî mezin dike.

Basnews
Top