‘Pêvajoya çareseriyê girêdayî bûyerên Rojava ye’
Demirtaş di axaftina xwe de herî zêde qala şerê di navbera hêzên Kurdan û DAİŞ’ê de kir û diyar kir ku û got: ‘‘Li gor agahiyên ku gihiştine ber destê me di navbera Kobanê û DAİŞ’ê de kîlometreyek maye. Herwiha ew bajarê ku DAİŞ dixwaze bikeviyê 500 metreyî dûrî Tirkiyê ye. Eger heye ku DAİŞ bikeve Kobanê û bi hezaran kesan jî bikuje jî, lewra rewş metirsîdar e.’‘
Demirtaş diyar kir ku balafirên Amerîkayê li ser Kobanê difirin û ji jor ve li bûyeran temaşe dikin, Tirkiye jî 500 metreyî ji dûr ve berê xwe didiyê lê belê tiştekî nakin. Demirtaş destnîşan kir ku ew serokên dibêjin li dijî DAİŞ’ê divê hinek tişt bên kirin û kesên tu tiştekî nakin heman kes in.
Demirtaş daxwaza Serokê PYD’ê Salih Mûslim a ku dibêje bila ji wan re rêya ku cebilxaneyê bibin û bînin bê vekirin bibîr xist û wiha axivî: 'Me serê sibehê li Mûslim guhdarî kir, tenê tiştekî dixwazin, êrîşa ji hewayê na, dibêjin ’Bila ji me re korîdoreke ku çekên giran bibin û bînin bê vekirin’. Hem ji Kurdistana Başûr hem jî ji bajarê Rojavayê yên din mirov dixwazin ku piştgiriyê bidin wan. Kurdên ku li Tirkiyê dijîn dixwazin ku piştgiriyê bidin wan. Kurd di nav xwe de dixwazin alîkariyê bidin Kobanê. Hemû dinya bêdeng bimîne jî wijdana Kurdan bêdeng namîne û dixwazin piştgiriyê bidin Kobanê lê Tirkiye sînor venake. Rêyeke din jî nîne. Sê aliyên Kobanê ji aliyê DAİŞ’ê ve hatin dorpêçkirin. Tenê rêyek heye, ew jî sînorê Tirkiyê ye.'
Demirtaş da zanîn ku Kurdên li wê derê bimrin jî tu kes zû bi zû alîkariyê nade Kurdan û got: 'Wiha dixwiye ku ev mijar dê bibe sedema gelek guherînên siyasî.' Demirtaş ji bûyerên ku di dîrokê de hatine serê Kurdan çend mînak dan û wiha pê de çû: 'Hêviya min ew e ku Tirkiye bi biryareke radîkal bi gelê Rovaya re têkeve têkiliyê, piştgirî û alîkariyê bide wan û rê li îtifaqeke mezin veke. Hêviya min ew e ku mesele wiha be.'
Demirtaş got ku daxwaza wî ew e, dema vedigere Tirkiyê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bicive û ji bo ku mijarên acil bên çareserkirin ew dê gelekî kar bikin. Demirtaş diyar kir ku li Tirkiyê pêvajoya çareseriyê dewam dike lê ji bo vê divê ji wan nexwazin bila li hemberî bûyerên ku li Rojavayê diqemin bêdeng bimîn û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: 'Pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyê dewam dike êdî girêdayî bûyerên li Rojavayê ye. Herwiha bûyerên li Rojava li pêşiya yên li Tirkiyê ne û girîngtir in. Eger Tirkiye dixwaze ku li herêmê îstiqrar hebe, di navbera hikûmeta Tirkiyê û Kurdan de îtifaqek hebe, li Sûriyê çareserî hebe divê vê polîtîkaya xwe biguherîne.'
Basnews
