• Sunday, 15 February 2026
logo

Balafirên Amerîkayê li nêzîkî bajaê Kobanî li DAIŞê dan

Gulan Media September 27, 2014 Nûçe
Balafirên Amerîkayê li nêzîkî bajaê Kobanî li DAIŞê dan
Balafirên şer ên Amerîkayê li çeper û çekdarên DAIŞê yên li nêzîkî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê dan.

Îro danê sibê balafirên Amerîka û hêzên hevpeyman çekdarên DAIŞê yên li nêzîkî bajarê Kobanî dan ber bombeyan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, bombebaran li aliyê Tirkiyeyê ve dihat dîtin.

Li gorî nûçeya Al Jazeerayê, beriya ku balafir çeperên DAIŞê yên li nêzîkî Kobanî bombebaran bikin hêzên kurd ên bi çekdarên DAIŞê re şer dikin, agahî li ser çeperên rêxistinê dabûn balafiran.

Li herêmê hinek caran balafirên bêpîlot jî digerin.

Çekdarên DAIŞê li nav gundê Elî Şêrê ne ku 10 kîlometran dûrî Kobanî ye.

Rudaw
Top