Peyamnêrê Rûdawê: Kobanî neketiye destê DAIŞê
Ev 12 roj û şev in herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê di bin êrişên giran ên DAIŞê de ne her wiha şer û pevçûn li her çar aliyên Kobanî di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de didome.
Şeva borî di sosyal medyaya de hatibû belavkirin ku bajarê Kobanî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye girtin, her wiha hatibû îdiakirin ku DAIŞê navê Kobanî kiriye “Eyin el Îslam”.
Lê Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî ev nûçe û îdia bi derew derxist û ragihand, tiştekî wisa tine û Kobanî neketiye destê DAIŞê.
Ji aliyekî din, hemû partiyên endamên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li hemû endam û alîgirên xwe kirine çek hildan û Kobanî biparêzin.
Li gorî agahiyan, di heyama çend rojên borî de komek xort û gencên Kobanî bi awayekê xwebexş çûne eniyên şer ên li gundên derdora Kobanî.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ragihand ku êrişên DAIŞê ji bo girtina bajarê Kobanî didomin lê hêzên wan duh karîne êrişên DAIŞê li eniyên rojhilata û başûrê Kobanî bişkênin û nehêlin çekdarên DAIŞê pêşve herin.
YPGê her wiha eşkere kir ku di wî şerî de 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û tankek û doşkayeke wan jî hatiye şewitandin.
Li gorî agahiyên YPGê, şeva borî li der derî şer û pevçûn berdewam bûye û di encamê de 35 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 14 şervanên YPGê jî di nav 24 saetên borî de şehîd bûne.
Rudaw
