Asta hinardekirina petrola Kurdistanê tê zêde kirin
Cîgirê Serokê Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamantoya Kurdistanê ragehand ku heta 3 mehên din dikarin rojane 500 hezar bermîl petrol berhem bînin û evna jî ji sedî 85’ê pirsgirêkên Kurdistanê çareser dike.
Di vê derbarê de Cîgirê Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamantoya Kurdistanê Dilşad Şaban got: “Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Kurdstanê hewl dide ji bo zêdekirina berhemanîna petrolê. Niha em bi giştî 350 hezar bermîl berhêm tînin, 200 hezar bermîl tê firotin û 150 hezar jî bo bazara navxweyî tê bikaranîn.”
Şaban wiha axifî: “Di dawiya vê salê de em dê rêjeya berhemanînê bighînin 500 hezar bermîl di rojekê de. Divê desthilat hewldanên xwe zedetir bike ji ber ku rêya serekî ya dayîna meaşê fermanberan firotina petrolê ye.”
Cîgirê Komîsyona Petrol û Gazê Dilşad Şaban axaftina xwe wiha qedand: “Niha ti garantiyek nîne ku Baxdad û Hewlêr li hevudû bike. Perêyên wê petrola ku niha tê firotin têra meaşê 3 meha yên fermanberan nake.”
Basnews
