Nasnameya her du penaberên ku li ser sînor hatin kuştin, eşkere bû
Duh li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, hêzên tirk êrişî penaberên Kobanî yên ji ber êrişên DAIŞê reviyane ser sînor, kiribûn, di bûyeran de herî kêm 2 kes hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bibûn.
Hat zanîn ku ew her du kes birayên hev bûn û xelkê gundê Momanê yê Kobanî ne. Navên wan jî Mezlûm û Kemal Seîd Hebû û temenê wan derdora 50 salî bû.
Mezlûm û Kemal bi pez û dewarên xwe ve ber bi Bakurê Kurdistanê ve direviyan lê dema gihîştin devera qedexe ya navbera sînorê Tirkiye û Sûriyê, rastî êrişa hêzên tirk hatin û jiyana xwe ji dest dan.
Rudaw
