Salih Muslim daxwaza alîkariya navdewletî dike
Konferansa bi navê 'Li Rojhilata Navîn Realîteya Nû ya Kurdan: Rîsk, Hêvî û Derfet' a ku Nûnertiya Amarîkayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Washingtonê li dar dixe dest pê kir. Konferans li Kuluba Çapemeniyê ya Neteweyî hat lidarxistin. Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Arîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sazgîn Tanrikulu û akademîsyenên ji hinek zanîngehên li Amerîkayê, pisporên saziyên ramanê û gelek rojnamevan dê wek axaftinvan beşdarî konferansê bibin. Di konferansê de wê ji aliyên cuda ve li ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn û piştgiriya wan a li ser guherînên van demên dawîn, bisekinin.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi rêya konferansa vîdeo di rûniştina bi navê 'Rewşa Kurdên li Sûriyê: Modela Demokratîk a ji bo Paşerojê' de axivî. Muslim diyar kir ku rêxistina terorê DAİŞ’ê bajarê Kobanêyê dorpêç kiriye û got: ‘‘DAİŞ dixwaze li vir komkujiyê bike. Kobanê ev demek dirêj e di bin dorpçêkirinê de ye, lê dîsan hêzên YPG’ê çawa dibe bila bibe dê gel û Kobanê biparêzin.’‘
Muslim got ku niha rewşa li bajêr gelekî metirsîdar e û wiha axifî: ‘‘Ji bo em li hember DAİŞ’ê xwe biparêzîn tera xwe çekên me nînin. Sal û nîv e ku em bi vê koma terorîst re şer dikin. Lê belê di van demên dawî de çekên ku bi teknolojiya pêşketî hatine çêkirin, bidestxistin. Di destên wan de Abrams, tanks, Hummer hene. Niha ev hemû êrîşî Kobanê dikin. Niha di vê kêlîka ku ez bi we re diaxifim de Kobanê tê bombe barankirin.'
Muslim da zanîn ku ew bi tena serê xwe nikarin li hember rêxistina ku di destê wan de çekên bi teknolojiya pêşketî hatine çêkirin têkoşînê bidin û axaftina xwe wiha qedand: 'Em di vê mijarê de arîkariya navneteweyî dixwazin, ji bo ku hêzên navneteweyî tiştên li Kobanê diqewimin bidin seknandin, alîkariyê dixwazin. Rewşa vir gelekî metirsîdar e û em alîkariya bilez dixwazin. Ji bo ku em bikaribin xwe biparêzin pêdiviya me bi çekên xwe parastinê heye.'
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş dê di rûniştina konferansê ya piştî nîvro de biaxive. Ev konferans îsal cara duyem li Amerîkayê tê lidarxistin. Par Partiya Demokrasî û Aştiyê ev konferans lidar xistibû.
Basnews
