Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê kir
Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û her wiha çawayiya serxistina proseya siyasî û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê nirxandin. Li vê civînê de her dû alî tekez li ser pêwîstîbûna hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê kir ku Hikûmeta nû bikarê qeyranan çareser bike û rûbiruyê êrîşên terorîstan jî bibe.
Her wiha li vê civînê de rewşa koçberan xistin ber behs û Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê hengavên Hikûmeta Iraqê ya ji bo yarmetîdana koçberan ji bo Serok Barzanî xisterû û eve jî dûpat kir ku çareseriya serekî ya kêşeya koçberan vegerana wan ya li ser mal û warê xwe ye û her wiha parastina wan ji êrîşên terorîstan û pêwîste jî ku planeke pêwîst ji bo avadankirina wan navçeyan hebê ku bi sedema êrîşa terorîstên Da'îş hatine têkdan.
