Kurdên Êzdî û Kakeyî xwebexş diçin nav rêzên Pêşmerge
Berpirse Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgurd Hîkmet da zanîn ku, piştî gurbûna şer, beşdarbûna xwebexşan zêde bûye û heta niha 4 hezar Kurdên Êzdî, Şebek û Kakeyî wek xwebexş beşdarî nav refên Hêzên Pêşmerge bûne.
Derheqa çawaniya beşdariya xwebexşan de Hîkmet got: “Li hemû bajarên Kurdistanê ji bo navnivîsîna xwebexşan komisyon hatine damezrandin, welatiyên ku wek xwebexş peywendî bi van komîsyona re datînin, piştî wergirtina wan ji aliyê efserên Peşmergeyan ve tên perwerde kirin.”
Hîkmet di vê hevpeyvîna xwe ya li gel MedaPress dewiha axifî: “Heta niha 3 hezar û 450 Kurdên Êzdî li Dihok û 560 Kurdên Kakeyî li Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê navên xwe nivîsîne ji bo beşdarî nav Hêzên Pêşmerge bibin.”
Basnews
